MUGLA
Li Bodruma navçeya Muglayê keştiya qaçaxan ya ku di tê de 29 kes hebûn û hewl dida here Yewnanistanê, li Akyarlarê binav bû. Di bûyerê de 5 qaçax mirin û 24 qaçax jî hatin xilaskirin.
Tîmên Ewlehiyê yên Qeraxê dema dewriyê digeriyan dîtin ku qaçax li ser avê ne. Tîman bi alîkariya tîmên xilaskirinê û noqaran ve qaçax xilaskirin û ew rakirin nexweşxaneyê.
Cesedên 5 qaçaxan jî piştî jêpirsîna dozgerê komarê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrumê.