Nihat Kavşut
07 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
DIYARBAKIR
Huseyîn Elçiyê (97) bavê Tayyîp Elçiyê Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Weqfa Alimên Medreseyê û rîsipiyê herêmê wefat kir.
Cinazeyê Elçî piştî nimêja cinaze ya ku li Mizgefta Rawdayê ya li navçeya Sûrê hat kirin li goristana malbatê hat definkirin.
Di cinazeyê Elçî da Hassan Basrî Guzelogluyê Waliyê Diyarbekirê, Kamil Erkut Gureyê Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê, Cumalî Atîllayê Şaredarê Bajarê Mezin ya Diyarbekirê, Bîlal Ozkanê Wekîlê Şaredarê Sûrê û Tacettîn Aslanê Midûrê Ewlehiyê amade bûn.