İbrahim Atmaca
10 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2018
MARAKEŞ
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got, "Li welatê me vê gavê bi statuya parastina berwext va em 3 milyon û 611 hezar û 834 Sûriyeyiyan xwedî dikin. 612 hezar jê zarok, 303 hezar û 228 jê mezin bi tevahî 916 hezar û 74 kes her sal li dibistanên me perwerde dibin."
Soylu li Marakeşa bajarê Fasê di Navenda Konferansê ya Ba Igliyê beşdarî "Konferansa Navbera Hikûmetan a Mitabaqata Koçê ya Kurewî" bû.
Wezîr Soylu diyar kir, hejmara mirovên ku vê sedsalê ji cî û warên wan hatin kirin ji 21,1 milyonî derketiye 71,4 milyonî û got ku ji dêvla şerên kurewî "şerê wekaletan" çîrokeke serkeftinê nîne.
Suleyman Soylu got, "Seba rêxistinên terorê hîbekirina çekan alîkariyeke navneteweyî nîne, seba terorîstan dayîna perwerdeya çekan seferberiyeke perwerdeyê nîne, bi droneyan va kirina çalakiyên terorê şoreşa teknolojiyê nîne, gotina " 'Hûn sîstemên çekan ji min bistînin ez cinayeta we nabînin' jî dîplomasî nîne."
Soylu destnîşan kir ku Tirkiye pêşî li ber koçê nagre, koçê bi rê va dibe û wiha dewam kir,
"Me tenê îsal 251 hezar û 794 koçberên bêdestûr girtin. Li gor 11 mehên ewil ên par ji sedî 56 zêde bûye. Îsal me 53 hezar û 860 kes dersînor kir, di 11 mehan da 5 hezar û 522 qaçaxçiyên mirovan girtin."