22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, li Mizgefta Milletê ya li Beştepeyê ya ku ji aliyê darbekaran bi firokeyan hatibû bombebarankirin, piştî nivêja înê ji welatiyan ra axivî û got, "Balafir dijî we firandin, helîkoptêr firandin lê belê we bi hêza xwe hemî derfetên teknolojîk rawestand."
Serokomar Erdogan got, "Hûn dizanin şeva 15ê temûzê ew şev bû ku xayinan bi cilê leşkeran çalakiya terorîstane li dar xistin. Hefteyek ser wê rojê ra derbas bû. Lê we bejna xwe netewand. Min ji Marmarîsê gazî we kir, we meydan tijî kirin. Balafir dijî we firandin, helîkoptêr firandin lê belê we bi hêza xwe hemî derfetên teknolojîk rawestand. Çunkî îman gewhereke mezin ya îlahî ye. Yên ku îman di singa wan da tunebe dilê wan zinagîrî ye. Ew bi dilê xwe yî zingarî bi ser we da meşiyan. Lê hûn bi dilê xwe yî tijî îman hûn li ser pê rawestiyan û we ew paş va pekandin. Xweda ji we razî be."
Erdogan her wiha got, "Înşallah heta danezana dawî bigihînim we, hûnê berdewam bin. Emê girs bin, zindî bin, bira bin, emê hemî bi hev ra Tirkiye bin."
- "Em tenê dema rukûê di hizûra Xwedê da xwe ditewînin"
Li ser diruşmên welatiyan ku digotin "Li ser pê raweste, ev millet bi te ra ye" Erdogan wiha got: "Bê xem bin. Em tenê dema rukûê di hizûra Xwedê da xwe ditewînin. Evdîtî ji evdan ra nabe. Yên ku evdîtiyê ji evdan ra dikin berê wan li Pensîlvanyayê ye. Bê şerm û bê fihêtî heqaretê li vî milletî dike. Lê gelê milletê min bersiva xwe da. Wê ev hevgirtina me bidome. Ez dibêjim sefê xwe bişidînin. Bi izna Xwedê wê nikaribin milletê min ji hev perçe bikin. Bêguman serkeftin ya bawermenda ye."
Erdogan di dawiya axafitna xwe git, "Welatiyên min yên ku li 81 wîlayetên welatê min ev meş domandin, li ser navê xwe û milletê xwe ez sipasiya wan dikim. Em bejna xwe ji kesî ra natewînin ji bilî Xwedê. Xwedê yar û yawerê me be."