Elif Orhan
18 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
NEW YORK
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî re li ser telefonê axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin di axaftinê de der heqê têkiliyên dualî û geşedanên dawîn ên li herêmê nêrînên xwe bi hev re parve kirin.
Di axaftinê de li ser referandûma ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) plan dike çêke sekinîn, hat destnîşankirin ku israra di wê mijarê de dê rageşiya li herêmê zêde bike û divê yekîtiya axa Iraqê bê parastin.
Di vê çarçoveyê de hat diyarkirin ku Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryar da ku meriyeta der heqê referandûmê de rawestîne û ev biryar di cî de ye.
Di axaftinê de di serî de PKK û DEAŞ li ser mijara têkoşîna dijî terorê jî sekinîn.
Serokomar Erdogan bi wesîleya axaftinê ji ber kesên ku di êrîşa terorê ya menfûr a li Dîkarê de mirin sersaxî da Serokwezîrê Iraqê el-Ebadî.