25 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2016
MÛSIL
Fermandariya operasyonên şirîk a girêdayî artêşa Iraqê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku yekîneya 9emîn a artêşê bajaroka Keremlîsa nêzî Hamdaniyyeyê ji DEAŞê xilas kir û derbeyeke mezin li rêxistinê xist.
Hat ragihandin ku li eniya Kayyarayê gundên Tuveybe, el-Hunfesan, Dur et-Take el-Harariye û Zelhefe û li eniya Keleka Berê jî gundên Hazne, Hazne Tebbe, Tarb Zave, el-Muvafakiye û Tahravayê paşve hatin xilaskirin.
Di encama şaxên Teşkîlata Polêsên Federal birêvebirin da jî gundên es-Sacme, Saf et-Tut û Telul el-Meharê hatin xilaskirin qadeke ku ji 120 kîlometreyî pêk tê ji milîtanên DEAŞê hat paqijkirin.
Hat gotin ku di operasyonên îro da 157 milîtan hatin kuştin û 21 wesayîtên bibombe jî hatin îmhakirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî di 17yê cotmehê da diyarkiribû ku operasyona xilaskirina Mûsilê ji herêmên bakûr û rojhilatê va destpê kiribû.