28 Îlon 2016•Rojanekirin: 29 Îlon 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê (HK) Mesûd Barzanî piştî 3 salan wê cara ewil biçe Bexdaya paytextê Iraqê û bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ra hevdîtin bike.
Ji şêwirmendên çapemeniyê yên Barzanî Kîfah Mihemed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Serokê HKyê Barzanî li ser vexwendina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî wê tevlî heyetekê di demeke kurt da wê biçe Bexdayê."
Di ziyareta Barzanî ya Bexdayê da operasyona Mûsilê ji DAEŞa rêxistina terorê rizgarkirin di serî da wê li ser mijarên nedayîna mehaniya karmendan, qeyrana budçe û neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê da jî bê sekinandin.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku Ebadî duh da da hat gotin ku di serdana Barzanî ya Bexdayê da operasyona rizgarkirina Mûsilê û têkiliyên din ên di navbera her du aliyan da wê bên niqaşkirin.
Serokê HKyê Barzanî herî dawîn di 7ê tîrmeha sala 2013an da Bexdayê ziyaret kiribû.