Ekip
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê Navenda Çandê ya Ataturk û çêkirina avahiya operayê li Taksîmê de got: "Tirkiye dest bi karekî ku divê 10 sal berê bihata kirin, dike. Ez ji ber vê pir xemgîn im. Lewra me heta niha ji zû va awahiya operayê xelas kiribû û kiribû xizmeta milletê xwe."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li Navenda Kongreyê ya Halîçê di civîna danasîna projeya avahiya operayê ya nû de axivî.
Di danasîna projeyê de Erdogan wiha axivî:
"Ez hêvî dikim ku civîna danasîna Projeya Navenda Çandê ya Ataturk bo bajar û welatê me bibe wesîleya xêr û xweşiyê. Ez li ser navê şexsê xwe û miletê xwe, çi wezareta me çi şaredariya me û çi jî mîmarên me, wan hemû kesên ku di amadekirina vê projeyê da xwedan ked in, pîroz dikim. Her wekî mîmarên me jî niha îfade kirin, înşelah wextê ku di çaryeka yekemîn a 2019an da ev proje bidawî bibe, wê bi rastî jî bona Stenbola me bibe mekanekî sembol."

Der barê rexneyan de jî Erdogan wiha nirxandin kir:
"Hişmendiya ku dijî jinûva avakirina avahiyeke operayê derdikeve û hişmendiya ku li ber têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî rêxistinên terorî dibe astengî, yek in. Ew hêzên ku dixwazin li ber balafirgeha nû ya ku em li Stenbolê çêdikin û li ber projeyên me yên din ên mezin bibin astengî û herwiha çalakiyên sabotekirina operasyonên me yên li Sûriye û Iraqê jî yek in."
Behsa rabirdûya projeyê jî kir û wiha pê de çû:
"Ji sala 2007an pê va bi wesîleyên cur be cur saziyên cuda lêkolîn kirin û van lêkolînan nîşan da ku ev avahî êdî nema tê bikaranîn. Digel daneyên zanistî li dijî xerabkirin û çêkirina vê avahiyê berxwedan hat dayîn. Em baş dizanin ku ne ji bo hesasbûna çand û hunerê, ji bo hingofiya îdeolojîk berxwedan hat dayîn. Piştî protesto, doz, kampanya û gelek şer û dawan di dawiya dawîn da hatin ser rêya zanist, eqil û mentiqê. Bi projeya ku îro wê danasîna wê were kirin va Navenda Çandê ya Ataturk wê were xerabkirin û ji nû va were çêkirin."

Li ser giringiya projeyê jî wiha axivî:
"Kesên ku bi salan e li hemberî projeya Navenda Çandê ya Ataturk a ku wê jinûva bêtir mezin, fireh û modern bê çêkirin, derdikevin û dixwazin vê projeyê sabote bikin, ez baş dizanim ku ew kes bi xwe wê ji vê sûdê werbigirin. Lêbelê heger ew li ser rêç û xeta xwar bin, nayê wê wateyê ku emê jî bidin ser rêça xelet. Jixwe di gelek projeyên mîna Marmaray, Tunêla Avrasyayê, Pira Yavuz Sultan Selîm, Pira Osmangaziyê da jî em bûn şahidê vê yekê."