19 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da got, "Ferqeke van (FETO) ji DAEŞ û PKKyê tuneye, lêbelê heyfa me yê bi wan neyê."
Çavuşoglu li Meydana Kizilayê bangî welatiyên ku hewldana derbeyê protesto kirin, kir û got ku FETO rêxistinek e ku li hemberî vîna sivîl û dewletê serî rakir.
Çavuşoglu destnîşan kir ku ji her carê zêdetir, pêdiviyia Tirkiyeyê bi yekîtî û hevrabûnê heye û wiha got, "Ferqeke van ji DAEŞ û PKKyê tuneye, lêbelê heyfa me yê bi wan neyê."
- "Li qadan desthevgirtineke jorî partiyan heye"
Çavuşoglu qala wê kêfxweşiya xwe kir ku li qadan xelk, desthevgirtineke jorî partiyan pêk tîne û wiha xeberda:
"Ez li vê meydanê herkesî dibînim. Ji ser partiyan ra herkesî ez dibînim, ez Tirkiyeyê dibînim. Ez birayên me yên ulkucu (dozparêz) jî dibînim û tevgerên wan jî dibînim. Li aliyekî îşareta rebîeyê dikin, li aliyekî jî işareta dozparêziyê dikin. Ez spasiya hemû birayên xwe dikim ku li cem welat û miletê xwe ne. Roj, roja yekîtî, hevkarî û desthevgirtinê ye. Roja parastina Tirkiyeyê ye. Roja parastina namûs û nijada me ye."