01 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2016
DIYARBAKIR
Fezlekeya ku der heqê 8 parlementerên bersûcê doza KCKya rêveberiya bilind a PKKya rêxistina terorê yên ku Osman Baydemir û Selma Irmaka parlementerên HDPê jî tev in da hatibû amade kirin, gihîşte destê dadgehê.
Ji bo rakirina destlênedayîna li ser parlementeran di qanûna bingehîn da guherîn hat kirin û li ser vê di Rojnameya Fermî da hat weşandin. Fezlekeyên der heqê parlementaran da êdî dişînin destê dozger û dadgehan.
Wezareta Dadê fezlekeyên ku di der heqê Osman Baydemir, Dîrayet Taşdemîr, Çaglar Demîrel, Selma Irmak, Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Alîcan Onlu û Nadîr Yildirimê parlementerên HDPê yên ku di hilbijartina 1ê mijara 2015an da hatin hilbijartin da şande Dadgeha Cezayê Giran a 2yan a Diyarbekirê.
Dadgehê di rûniştina beriya vê da biryar dabû ku dosyeya van parlementeran bê veqetandin. Li bendê ne ku dadgeh di pêşerojê da dosyeyê bixwînê û parlementeran gazî îfadeyê bike.