08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 09 Mijdar 2016
BEXDA
Parlementerên Iraqê destnîşan kirin ku PKKya rêxistina terorê ji bo Tirkiyeyê talûke û gef e û zirarê dide têkilî û pêwendiyên herdu dewletan.
Mecid Şingaliyê Parlementerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Meclisa Iraqê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku gelê Iraqê hebûna PKKyê red dike û wiha got: "Gelê Iraqê PKKyê naxwaze. Em jî qebûl nakin."
Şngalî diyar kir ku di operasyonên li Mûsilê da roleke PKKyê tuneye û wiha axivî: "Heger PKK di operasyonan da cî bigire, ev di operasyonan da pirsgirêkan derdixe. Ji vir û pê da îmkan tuneye ku PKK tevlî operasyonan bibe. Di operasyonên ku hikûmeta Bexdayê, Herêma Kurdistanê û hêzên koalîsyonê dikin da PKK tuneye û nikare li hember jî derkeve."
Hemîd Mutlegê parlementerê Koalisyona Wataniyeyê ya girêdayî Serkomarê Iraqê Eyad Ellawî jî diyar kir ku girîngiyê didin desthilatdariya Iraqê û wiha got: "Dibê em destûrê nedin hêza (PKK) ku li dijî cînarê me ye li erdên me bi cî bibe. Ev têkiliyên me xiran dike. Dibê em têkiliyên xwe yên cinartiyê li ser dostî û aştiyê ava bikin."
- "Iraqê bedela vê bide"
Ebdilkerîm Abtanê parlementerê Koalisyona Wataniyeyê jî wiha got:
"Em li dijî wê ne ku li welatê me rêxistinên terorê yên ku ewlehiya cînarên me tehdîd dikin bisekinin. Dibê em têkiliyên bi cînarê xwe ra li gor berjevendiyên xwe daynin. Li Iraqê hebûna rêxistinên terorê yên ku ewlehiya cînarên me tehdîd dikin kêrî Iraqê nayên. Dibê Iraq di vê mijarê da biryara xwe bide. Lazim nîne ku di rûyê PKKê da têkiliyên bi Tirkiyeya cînar ra bên xirabkirin. Ev xizmetî têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê ra nake. Ji bo ku welatên cînar giraniyê bidin ser Iraqê dibê em qadê van rêxistinan paqij bikin û destûrê nedin van ku erdên me wek rasta pêvçûnan bi kar bînin. Lewra iraqê bedela vê bide."