İbrahim Atmaca
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
BITLÎS
Li Xelatê Goristana Meydanê ya Selçûqiyan ku di lîsteya berwext a Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da ye, li dinyayê Goristana Tirk Îslamê ya herî mezin e. Goristan bi 8 hezar û 200 kêlik û neqşên xwe va bala turîstan dikşîne.
Xelat deriyê ketina Anadoluyê ya Tirkan e û wek "tapiya Anadoluyê" tê zanîn. Her sal gelek turîstên xwemalî û biyanî diçin Xelatê. Ji Urartuyan heta Osmaniyan şopa gelek medeniyetan li Xelatê heye. Goristana Selçûqiyan a li Xelatê li ser 210 donim erazî ye û di kêlikên goristanê da dîrok veşartî ye.
Li dinyayê sê "Qubeyên Îslamê" hene û ji wan yek jî Xelat e. Ji bo ku Goristana Selçûqiyan têkeve lîsteya esil ya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê xebat dewam dikin.
Serokê Beşa Dîroka Hunerê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Endamê Hîndekariyê Dr. Mehmet Kulaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di pêvajoya fetha Anadoluyê da Xelat cihekî girîng e û diyar kir ku Xelat warê Merwanî, Eyûbî, Îlhanî, Akkoyûnî, Karakoyûnî, Celayîrî û Xelatşahên Selçûqiyan e.
Kulaz diyar kir ku van çandan li herêmê berhemên curbecur hiştine û wiha dewam kir:
"Ev mîrat ji avahiyên mîmarî pêk tên. Li Xelatê 5 gorên dîrokî yên din jî hene, lê navdarbûna Xelatê di eslê xwe da ji Goristana Selçûqiyan tê. Ev goristan ji gorên beriya heyama Osmaniyan pêk tê. Goristan di alema Tirk-Îslamê da wekî goristana îslamê ya dîrokî ya herî mezin tê zanîn. Li vê derê di sala 1966an da xebatên vedanê dest pê kirine. Piştî 2006an sekiniye, di sala 2011an da jî bi serokatiya Prof. Dr. Recaî Karahan vedanê dest pê kiriye û hê dewam dike."
Kulaz diyar kir ku li gor tesbîtên wan di goristanê da ji 8 hezarî zêdetir gor hene, di binê axê da jî gor hene, heke li ser hemû rûyê goristanê were vedan ji 10 hezarî pir zêdetir gor wê werin derxistin.
Kulaz got ku ev der heq dike ku têkeve nav lîsteya mîrata çandê ya UNESCOyê û diyar kir, ji ber ku heta niha zêde danasîna wê nehatiye kirin loma neketiye lîsteyê, lê goristan wê di demeke kin da têkeve lîsteya esil.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bidlîsê Ramazan Gencan jî got ku Goristana Selçûqiyan di lîsteya berwext a UNESCOyê da ye û ji bo ku têkeve lîsteya esil Wezareta Çand û Turîzmê xebatên xwe didomîne.