01 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokê Kar û Barên Diyanetê Mehmet Gormez der barê êrîşa terorê ya li Stenbolê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Ev qetlîama dijî mirovahiyê ha li bazarekê, ha li mabedekê û ha jî li cihekî şahiyê hatiye kirin, tu ferqa wê tune."
Gormez piştî êrîşa terorê ya li Stenbolê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand.
Gormez got ku di destpêka sala nû de mirovên bêsûc bi êrîşa biçek ve hatin kuştin ku ev wehşet e, dehşet e, cînayet e û qetlîam e.
Gormez destnîşan kir ku ferqa vê êrîşê û êrîşên li cihên din hatine kirin tune û wiha got: "Ev qetlîama dijî mirovahiyê ha li bazarekê, ha li mabedekê û ha jî li cihekî şahiyê hatiye kirin, tu ferqa wê tune."
Gormez anî ziman ku terorîs mekanan na însanan, welatan, gelan û bi tevahî mirovahiyê hedef digrin.
Mehmet Gormez wiha got: "Teror ji ku tê, ji kê tê û ji bo kê tê kirin bila bê kirin tu carê nayê qebûlkirin. Êv terora ku îşev hat kirin bi tenê ferqekê ji bûyerên din diqete ku armaca wê li civakê fîtne ye. Armanca wê ew ku civakê ji hev biqetîne û bîne li hemberî hevdu. Roj ew roje ku li hember hemû cure terorê bi hev re tevgerîn e. Ez vê êrîşa ku wijdana tu misilmanan qebûl nake bi tundî şermezar dikim. Rehma Xwedê li welatiyên me yên ku di vê êrîşê de mirine be, Xwedê şifayê bide birîndaran. Bila serê gelê me sax be."