13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
ANKARA
Hedefên DAEŞa rêxistina terorê ku hatin tesbîtkirin ji bakurê Sûriyeyê va di amadekariya êrîşa Tirkiyeyê da ne, bi obusên Firtinayan hatin îmhakirin.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, du avahî, du mewziyên hawanê û wesayiteke DAEŞa rêxistina terorê ku roketên Katyuşayê lê barkirî bû û ji bakurê Sûriyeyê va di amadekariya êrîşa Tirkiyeyê da bûn, bi obusên Firtinayan hatin îmhakirin.
Herwiha firokeyên hevpeymaniyê jî li herêma Tughaliyê operasyona asmanî li dar xist.
Piştî lêdana hedefan û operasyonên asmanî, li gorî tesbîtên pêşî, digel wan hedefên navhatî, 5 endamên DAEŞa rêxistina teorê jî hatin kuştin.
Ji aliyekî din va mixalifan gundê Hemzata li başûrê Kafrahê ji destê DAEŞê derxistin.