15 Mijdar 2015•Rojanekirin: 17 Mijdar 2015
Hejmara miriyên di êrîşa terorê ya li Parîsa paytexta Fransayê de derket 132yan.
Li gorî agahiya ku ji jêderên polêsan hat wergirtin, ji birîndaran 3 kesên din jî mirin. Bi vî hawî, di 6 êrîşên cuda yên ku duhê Parîs di nava xwînê de hiştin de tevahiya hejmara miriyan derket 132yan.
Bi daxuyaniya dawîn va hejmara kesên ku di êrîşên pey hev ên li Parîsê de birîndar bûn daket 349an.
Di encama 6 êrîşên cuda de 7 terorîst miribûn û rêxistina Terorê DAEŞê êrîş hildabû ser stûyê xwe.