08 Îlon 2016•Rojanekirin: 09 Îlon 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di civina Waliyan de axivî.
Erdogan got ku li ber çavê wî hemû rêxistinê terorê heman astê de ne û wiha axivî: "Ji bo me ferqa PKK û FETOyê, ya DAEŞ û DHKP-Cyê tune. Hemû jî dijminê welatê me, gelê me, alaya me û dewleta me ne. Piştî 15ê tîrmehê me bi eşkere û zelal ev dît û hate serê me. Heke wisa be, heta ku koka hemûyan bê qelandin em ê bi biryar û cehdê va li ser rêya xwe bimeşin. Ez li ser şexsê xwe bibêjim, heta ku ferdek jî nemîne ez ê têkoşînê bidim. Heta ku ev can di vî bedenê de hebe ez ê vê têkoşînê bidomînim."
- "Li dijî me û dewletê bêbextî kir"
Serokomar Erdogan behsa rêxistina terorê FETOyê kir û wiha pê de çû: "Rêxistina ku ez ji serokatiya xwe ya şaredariyê va nas dikim li dijî me û dewletê bêbextî kir. Sal 1999, peyra reviya û çû. Wexta serokê rêxistina terorê ya cihêxwaz hat teslimkirin, ew jî ji vir çû Pensilvanyayê."
Erdogan der barê dibistanên FETOyê yên li derveyê welêt de wiha got: "Duh di Lijneya Wezîran da min got ku em demildest verastkirinekê bikin, heke biryara Lijneya Wezîran hebe emê wisa bikin û yan jî bi di biryarnameya di hikmê qanûnê da bi cih bikin. Li kê dera dinyayê dibe bila be ji bêyî me û haya me jê tunebe navê 'Tirk', 'Tirkiye'yê lazim e em qedexe bikin. Em vê yekê demildest ji hemû wezaretên karên derva re bişînin û haya rêveberiyên wan dewletan jî ji vê yekê bikin û bixwazin ku bila ev nav li wan deran bên qedexekirin. Lewra ew ji vê îstifade dikin û hê jî hene."
- "Em ê van sînorên xwe ji korîdora terorê xilas bikin"
Serokomar Erdogan got ku armanca Tirkiyeyê sînorên xwe ji korîdora terorê xilas kirine û wiha dewam kir: "Niha li Cerablusê êdî DAEŞ nema. Ew ê birevin û em ê jî bidin dû wan. Li Raiyê jî heman wisa. Me gav avête wir û em li wir jî dimeşin û em ê dewam bikin. Heta li ku? Jixwe hewce nake bê gotin, planeke me jî li gor me heye. Ev plan çi ye? Ev plan sînorên Tirkiyeyê bi ewlehî kirine. Em nikarin ji armanca avakirina korîdora terorê re bibêjin "erê". Me hevdîtinên xwe yên dîplomatîk kirin, em ê bikin. Lê aliyekî din em ê van sînorên xwe ji korîdora terorê xilas bikin, em ê korîdoreke aştiyê ava bikin. Misqalek jî çavê me di axa Sûriyeyê da tuneye."
Erdogan der heqê Herekata Mertalê Feratê de axivî û wiha got: "Çi ye bavo 'Hetanî ew welata li gor hiqûqa navneteweyî gazî we neke hûn nikarin têkevin wê derê.' Bira qet li qisûrê me mêze nekin. Em bi xwe li ser banga gelê xwediyê wî welatî diçin wê derê. Jixwe rêveberiya wî welatî zalim e. Ma emê ji kujerê ku 600 hezar însan kuştiye destûrê bixwazin?"