İbrahim Atmaca
29 Mijdar 2018•Rojanekirin: 29 Mijdar 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê li Erzirom, Agirî û Qersê barîna nerfê tê payîn.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat hildan, li herêmê hewa wê kêmewrayî û pirewrayî derbas bibe.
Li gor texmînê ji danê nîvro pê va li Erzincanê baran wê bibare, piştî mexrebê jî li Erzincan û Îdirê baran wê bibare, li Ezirom, Agirî û Qersê jî berfê bibare.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erzirom, Agirî û Erzincanê 5, li Îdirê 4, li Erdexanê 3, li Qersê 2 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê jî germa hewayê wê li Erzincanê 13, li Îdirê 12, li Agirî, Qers û Erziromê 8, li Erdexanê 7 pile be.
Rayedaran ji bo qeşa, cemed û mijê hişyarî da welatiyan.