Fatih Gazioğlu
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber mirina Bahaettîn Karakoçê helbestvan, Prof. Dr. Oya Akgonença siyasetmedar û Ara Gulerê wênekêşê navdar sersaxî da malbatên wan.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin, Serokomar Erdogan li Kîşîneva paytexta Moldovayê ji ber mirina 3 kesên navdar li ser têlefonê bi malbatên wan re axivî û sersaxî da wan.
Serokomar Erdogan bi Bahadir Karakoçê kurê Bahaettîn Karakoç, bi Tarik Kemal Mughîsuddînê kurê Prof. Dr. Oya Akgonençê û bi Çagla Saraça dîrektora Muzeya Ara Guler ra li ser têlefonê axivî û sersaxî da wan.
Serokomar Erdogan di axaftinê de got ku Xwedê rehma xwe li hemû merhûmeyan bike û ew ji ber van mirinan gelekî xemgîn bûye.
Serokomar Erdogan got ku Ara Gulerê rehmetî wêneyên wî jî kişandibûn û ew ê bi saya berhemên xwe her dem wê bi xêrê were yadkirin.