28 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Ji ber ku Gultan Kişanaka Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Firat Anliyê Endamê Meclisa DBPyê hatin binçavkirin, rêvebiriya şaredariyê wek bertek xizmetên xwe dan sekinandin û welatiyên li Diyarbekirê mexdûr dibin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dimeşîne da Kişanak û Anli di 25ê cotmehê da hatin binçavkirin û peyra şaredariyê xizmetên xwe dan sekinandin.
Li bajêr otobêsên şaredariyê naxebitin û kişandin Qeraca Midûriyeta Otobêsên Şaredariya Bajarê Mezin.
Di serî da xwendekar welatiyên ku wesaîtên şaredariyê diemilînin zor û zehmetiyê dikşînin û di bin baranê da diçin dibistan û karên xwe.
Ji ber ku ekîbên şaredariyê naxebitin li bajêr ser sergoyan tije bûye.
Ji ber ku 2 roj in çop nayên paqijkirin nav kuçe û kolanan çop ketine ser hev.
Razaman Yilmazê ji esnafên bajêr daxuyanî da û destnîşan kir ku şaredarî ji bo xizmeta welatiyan hene û got ku divê welatî neyên mexdûrkirin.
Yilmaz wiha axivî:
"Nêta wan ew e ku hinekî dîsa alîkariyê bidin terorê, berika xwe tijî bikin û ji bo berjewendiyên xwe bixebitin. Tiştekî rast nîne ku ji bo binçavkirina Kişanaka Şaredar milet bê cezakirin. Ev bi salan e şaredarî di destê wan da ye û halê Diyarbekirê jî li holê ye. Ji wan feydeyek nehat. Heta ew tên bira qeyum bê, feydeya wî ji milet ra hebe. Ji bo refaha gel xizmet şert e."
"Em dixwazin bira zûka qeyum bê tayînkirin"
Emrah Toprakê esnaf jî got ku sekinandina xizmetên şaredariyê wek karekî rast nabîne.
Toprak diyar kir ku çaxê dihat dikana xwe dîtiye ku sergo nehatine paqijkirin, di vê mijarê da hatine mexdûrkirin û wiha got: "Ev neheqî ye. Vê eziyetê didin gelê kurd. Çaxê ku li çarşiyên me mêze dikim 'heyfa we'. Ji bo ku ji Diyarbekirê xizmet bike ez dixwazim ku bira zûka qeyumekî tayîn bikin."
"Di vê serma û heriyê da em peyatî diçin xwendingehê"
Emîrhan Karamanê xwendekarê pola 10an got ji ber ku otobêsên şaredariyê naxebitin peyatî diçin xwendingehê.
Karaman diyar kir ku mexdûr dibin û wiha axivî: "Ev 2 saet in ez li rawestgehê me. Di vê serma û heriyê da em peyatî diçin xwendingehê. Ya ku şaredarî dike neheqiyeke mezin e."