Abdullah Tel
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ANKARA
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê lewheyên nû yên ku navê Fahreddin Paşa li ser wan e li kuçe û kolana li pêş Balyozxaneya Mîrîtiyên Yekbûyî yên Erebî li Enqereyê daleqandin.
Li gor biryara ji hêla Meclisa Şaredariyê hat dayîn navê kuçe û kolana ku avahiya Balyozxaneya Îmaratê lê ye û li Taxa Îlkbaharê ye, hat guhertin.
Navê tabelaya "kuçeya 613mîn" a ku avahiya Balyozxaneya Îmaratê lê ye bi tabelaya "Fahreddin Paşa" va hat guhertin û li şûna tabelaya "kolana 609an" da jî tabelaya "Medîne Mudafîî" hat daleqandin.