Şaredariya Wanê daxuyand ku li ser daxwaza gel û di çarçoveya "Projeya Jiyana Pirzimanî" de ku bi destê şaredariyê tê meşandin, tabelayên ku li serê "Hûn bi xêr hatin Wanê" dinivîse li ser 5 rêyên ku tên Wanê hatin çikandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tabela li ser rêyên ku Ozalp, Gurpinar, Ercîş, Edremît û Çatakê bi Wanê ve girêdide hatin çikandin û dê di çarçoveya vê projeyê de xebat bidomin. Di daxuyaniyê de ev îfade cih girtin: "Xebatên wiha dê li ser daxwaza gelê me di her warê jiyanê de bidome. Ji bo ku zimanê Kurdî pêş bikeve û di her warê jiyanê de cih bigire em ê hewl bidin. Bi vê wesîleyê em sersala gelê xwe pîroz dikin û bila bi xêr û xweşiyê be."