25 Gulan 2016•Rojanekirin: 30 Gulan 2016
ADIYAMAN
Li Sîncîka navçeya Adiyamanê jina ku mar pê veda rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyê, li navçeya Sîncîkê Asiye Akayê dema ku digel malbata xwe li baxçe pincar diçinî mar pê veda.
Akaya ku hawara xwe gihand malbata xwe bi wesayîta taybet rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîncîkê.
Akay piştî tedawiya li vir, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Kahtayê. Eşkere bû ku tedawiya Akayê dewam dike û rewşa wê baş nîne.