26 Gulan 2016•Rojanekirin: 27 Gulan 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) li bakurê Iraqê herêma Sînat-Heftanînê di harekata esmanî da kozikên çekan ên terorîstan îmhe kirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê li ser îstixbaratê do Hêzên Çekdar ên Tirkiyê li bakurê Iraqê herêma Sînat-Haftanînê harekata esmanî çêkirin.
Hat diyarkirin ku di operasyonê da balafirên şer ên TSKyê kozikên çekan ên rêxistinê îmha kirin.
Wek mayîn do li dorbera Mêrdînê jî li ser îstixbaratê operasyona esmanî hat kirin û di operasyonê da kozik, sitargeh û baregehên rêxistinê hatin îmhekirin.
Hat diyarkirin ku li herêmê tesbitkirina xisar û zirarê dewam dikin.