Türkan Tosun
24 Hezîran 2018•Rojanekirin: 24 Hezîran 2018
AGRI
Li bajarê Agiriyê welatî ji bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an ji saet 08.00an pê va çûn ser sandoqan.
Li cihên ku ray tên dayîn polêsan welatî kontrol kirin û wisa hildan hundir.
Welatiyên ku nasnameyên xwe nîşan dan pisûle hildan û paşê rayên xwe bi kar anîn.
Îsal ji bo nexweşên li erdê ne û nikarin herin rayên xwe bidin cara ewil sindoqên seyar hatin bikaranîn, nexweşan li malên xwe rayên xwe dan.
Fevzî Demîrkolê (60) ji ber nexweşiyê girêdayê makîneya bêhnstendinê ye û nikare rabe ji nûçegihanê AAyê ra wiha got: "Xwedê ji dewleta me razî be. Ez nexweş im, nikarim derkevim derva. Bi saya vê sîstemê min li mala xwe ray da."
Alî Demirtaşê 80 salî û jina wî Kiymet Demirtaş jî li mal rayên xwe dan û spasiya rayedaran kirin.
Li herêmê hilbijêr wê heta saet 17.00an rayên xwe bidin.