Haydar Şahin
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
AGRI
Di operasyona ku li çil û çiyayên Agiriyê hat kirin da gelek amûrên jiyanê yên ku bi destê endamên rêxistina terorê di erdê da hatine veşartin hatin girtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li Çiyayê Agiriyê ya li aliyê Bazîdê operasyon kirin.
Hat destnîşankirin ku di operasyona ji bo sitargeh, holik û amûrên rêxistin bi kar tîne werin tesbîtkirin operasyon hat kirin, di operasyonê da 5 tûp, panêleke vejena tavê, sêla nan, taximek kamuflaf, amûrên mitfaxê, 220 lître mazot û bezîn, amûrên jiyanê û xurek û gelek dokumanên rêxistinê hatin girtin.
Amûrên ku hatin dîtin li dewsê hatin îmhekirin.