10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ANKARA
Hasîp Kaplanê Parlementerê Şirnexê yê berê ji HDPyê îstifa kir.
Kaplan, li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyaniyek parve kir û got tu wezîfeyên wî yên aktîf li HDPyê tunene. Kaplan li ser hesaba xwe wiha got:
"Ez li HDPê ji ber 'rêzika du heyaman' derva mam. Lê li HDPyê hin kes hene ev rêzik ji bo wan şert nîne. Ez ji ber daxuyaniya HDPyê ya der heqê min da xemgîn bûm. Nijadperestî? Hûnê min bidin disîplînê? Hewce nîne. Ez ji siyasetê jî û ji HDPyê jî îstifa dikm. Min şaşî kir, divê min roja ku yekî tirk ji bona Kongreya Neteweyî ya Kurdan kirin nûner îstifa bikira. Min bibexşînin."
Ji aliyê din ve Sirri Sureyya Onderê Parlementerê Enqereyê yê HDPyê jî bertek nîşanî Kaplan da. Onder wiha got: "Nijadperestiya paşvemayî nexweşiyeke hisî ye. Hin caran mîna Hasîp, merivan ji mirovahiyê dûr dixe."
Li gor texmînan nîqaşên di nav HDPyê de wê heta kongreyê dewam bikin.