09 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2016
AGRI
Li Diyadîna navçeya Agiriyê di encama înfilaqa teqemeniya destî ku ji aliyê terorîstên PKKyî va hatibû veşartin, kesekî 14 salî ku heywan diçêrandin jiyana xwe ji dest da û xortekî 19 salî jî birîndar bû.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, li gundê Taşkesenê teqemeniyek ku ji aliyê PKKê va hatibû veşartin teqiya. Di encamê da Fettah Erdemê (14) ku heywan diçêrandin jiyana xwe ji dest da û Sînan Çiftçi (19) jî birîndar bû.
Çiftçi rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Diyadînê piştî midaxeleyên ewil sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê kirin.
Bi Fermana Dozgerê Komarî yê Diyadînê der barê bûyerê da lêpirsînê dest pê kir.