09 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2016
ANKARA
Sererkaniyê daxuyand ku duh li Şemdînliya navçeya Hekariyê di navbera hêzen ewlehiyê û endamên rêxistina terorê yên ku amadehî dikirin ku êrîşî baregehê bikin de pevçûn derket. Di pevçûnê de 17 terorîst hatin kuştin.
Sererkaniyê li ser malpera înternetê der barê bûyerên navxweyî de agahî da.
Li gor agahiyê duh li Şemdînliya navçeya Hekariyê hin endamên rêxistina terorê yên ku amadehî dikirin ku êrîşî baregehê bikin, hatin tespîtkirin. Di navbera wan û hêzen ewlehiyê de pevçûn derket û 17 terorîst hatin kuştin.
Piştî pevçûnê li herêmê lêgerîn hat kirin. Li herêmê 4 keleş, 14 şarjorên keleşan, 13 bombeyên destan, 2 muhîmatên RPG-7an, 23 fîşengên tivinga dragunovê û gelek alavên din hatin bidestxistin.
Li Başkaleya navçeya Wanê jî teqemeniyeke ku ji hêla endamên rêxistinê ve li ser rê hatibû çalkirin jî hat îmhekirin. Li vê herêmê di navbera terorîstan û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket û 2 terorîst hat kuştin.
Li vir jî 2 keleş, 214 fîşeng, 10 şarjor, dûrbîneke destan û dûrbîneke şevê hat dîtîn.
Li Şirnexê jî terorîstekî ku ji rêxistinê reviya teslîmê hêzên ewlehiyê bû.