Nihat Kavşut
01 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2017
ANTALYA
Li Alanyaya navçeya Antalyayê şewat derket û xebatên ji bo temirandina agir ji ber ba û germahiyê pekiya vîlayan dewam dike.
Li taxa Kargicakê ji ber sedemên hê nayê zanîn şewat derket.
Ji ber ba û germahiyê agir zû belav bû û pekiya bexçeyên mûzan û vîlayan.
Tîmên temirandina agir ji bejayiyê û esman va midaxele dikin, lê ji ber agir 2 vîla şewitîn û xebatên ji bo temirandina agirê bi vîlayeke din ketiye dewam dikin.
Li herêmê ji bo agir nepeke dibistana li herêmê tevdîr hatin hildan.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê û Şaredariya Alanyayê ji bo agir nepeke vîla, otêl, dibistan û malên derdorê xebatên xwe berdewam dikin.