Abdullah Tel
01 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
MALATYA
Ji kesên li Meletî, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê dijîn ji ber germa zêde hat xwestin ku bila bi taybetî kal, pîr, zarok û nexweş di qêleqijê da dernekevin derva û ji ber germê baldar bin.
Midûriyeta Herêma 13mîn a Meteorolojiyê ji bo herêma Meletî, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê di nav xwe da dihewîne daxuyanî weşand. Daxuyaniyê da hat gotin ku li wê herêmê hewa heta sibê kêm ewrayî û sayî be.
Germahiya hewayê jî li gor demsalê wê 1-2 pile zêde be û wê ba jî car caran ji aliyê bakur va bê.
Tê payîn ku germahiya hewayê wê li Meletî, Elezîz û Tunceliyê bigihêje 37, li Bîngolê 36 û li Adiyemanê jî 40 pileyî. Meteorolojiyê daxuyaniya xwe da welatî jî hişyar kirin û ji wan xwest ku bila bi taybetî jî kal, pîr, zarok û nexweş di qêleqijê da dernekevin derva.