25 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2016
ANTALYA
Di teqîna ku li otoparqa Odeya Ticaret û Pîşesaziyê ya Antalyayê (ATSO) qewimî da 10 kes birîndar bûn.
Di otoparka avahiya ATSOyê ya nêzî ser bejayiyê ye ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn teqîn çêbû. Piştî teqînê gelek tîmên agirkujiyê, tenduristiyê û ekîbên polêsan sewqî ciyê bûyerê hatin kirin û polêsan jî li derdora otoparqa ATSOyê ya ku him xebatkar û him jî welatî bikartînin tevdîrên ewlehiyê hildan û nehiştin ku welatî bikevin hundir.
Midûrê Ewlehiyê yê Antalyayê Cemîl Yonbul hat cihê bûyerê xebatan birêve bir û 10 kesên ku birîndar bûbûn jî bi ambûlansan va rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Ji ber teqînê xebatkarên odeyê qurifîn û ji bo teseliyê hev hembêz kirin.
Polêsan li ser îxtimala ku dibe teqîneke din jî pêk bê derdora avahiyê kontrol kirin.
- Sedema teqînê hêj nediyare
Walîtiya Antalyayê jî der heqê bûyerê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku teqîn di otoparqa servekirî ya li pişt ATSOyê dikeve da pêk hat û sedema wê hê nehat kifşkirin û wiha hat gotin: "Ji ber teqînê tu kes nemir. Camên avahiyên derdorê şikestin û belav bûn. 10 kes ji ber perçeyên caman birîndar bûn. Der heqê bûyerê da dema agahiyên nû bên bidestxistin wê bi raya giştî ra bên parvekirin."
Serokê ATSOyê Davut Çetîn jî daxuyanî da rojnamegeran û ragihand ku ew jî der heqê teqînê da xwedî tu agahiyê nînin.