25 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2016
ANKARA
Li gor agahdarkirina Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) "Herekata Mertalê Feratê" ya ku ji bo ewlehiya sînor zêdekirin, berterafkirina geflêxwarinên DEAŞ û rêxistinên terorê yên din û piştgirîdayîna Hêzên Koalîsyonê dest pêkiribû di roja 63emîn da ye û dewam dike.
Tirkiye heqê xwe yê parastina meşrû, heqên xwe yên navneteweyî û xala 51î ya Peymana NYyê hildide va bi biryarî têkoşîna xwe ya li dijî DEAŞê didomîne.
Di çarçoveya herekatê da li piraniya Tuvays, Al Gharz û Tlatinahç kontrol ket destê muxalifan û xebatên ji bo paqijkirina mayin û teqemeniyan didomin.
Di şer û pevçûnên nav rojê qewimîn da ji muxalifan 5 kes şehît ketin û 28 muxalif birîndar bûn lê tu zirar negihîşt hêzên ku piştgiriyê didin muxalifan.
Hêzên muxalif ji destpêka herekatê heta niha axa ku nêzî ji 280 kîlomtreqereyî pêk tê xilaskirin û 159 der xistin bin kontrola xwe.
Li Sûriyeyê 72 hedefên DEAŞê û 15 hedefên PKK/PYDê bi bombekirina obûsên Firtinayê va hatin îmhakirin.
- Hedefên DEAŞ û PKK/PYDê bi obusên Firtinayê va hatin bombekirin
Ji hêla din va di xebat û tespîtên hatin kirin da li Sûriyeyê 72 hedefên DEAŞa rêxistina terorê û 15 hedefên PKK/PYDya rêxistina terorê bi bombekirina obûsên Firtinayê va hatin îmhakirin.
Di 4 hereketên hewayî yên ku hêzên koalîsyonê birin ser Tuvays û Havzanê da 4 milîtanên DEAŞê hatin kuştin, tevlî hawanekê 2 wesayît û 2 avahî jî hatin îmhakirin.