13 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2016
BEXDA
Hat ragihandin ku di êrîşa bombeyî ya li Bexdaya paytexta Iraqê pêk hat da 5 kes mirin û 9 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan bi wesayîta bombebarkirî va li herêma Şaabê cihê kontrola eskerî êrîş hat kirin. Di êrîşê da esker jî di nav da 5 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Li Bexdayê duh jî li herêma Raşîdiyeyê li texma bazarê wesayîta bombebarkirî hatibû teqandin û 7 kes miribûn û 30 kes jî birîndar bûbûn.
Ji ber kêmasiya ewlehiyê li Bexdayê gelek êrîş û bûyerên tundiyê diqewimin.