Elif Orhan
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm got ku tetbîqkirina referandûma HKIyê di navbera Bexda û Hewlêrê de nakokiyên mezin derxistin.
Mesûm der barê operasyona Kerkûkê de daxuyaniya bidîmen da û diyar kir ji bo ku hêzên ewlehiyê tesîsên neftê yên li bajêr, saziyên eskerî yên û hikûmetê kontrolê bi dest bixin geşedanên eskerî û siyasî yên îstisnaî diqewimin û bang kir ku bila gelê Kerkûkê guh bidin qanûnan û jiyana xwe ya normal berdewam bikin.
Mesûm axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Berdewama kontrola ewlehiyê ya pêşmerge ya li Kerkûkê ji ber ku parçeyeke mekanîzmaya ewlehiya fermî û parastinê bû dijî destûra bingehîn nebû. Lê belê tetbîqkirina referandûma HKIyê di navbera Bexda û Hewlêrê de nakokiyên mezin derxistin. Ez bangî hêzên me yên ewlehiyê jî dikim ku bila rûmet û mafên hêmanên pêşmerge û sivîlên kurd biparêzin û di vê mijarê de tu îxlal dernekevin."
- Banga diyalogê
Mesûm aliyên ku li hev nakin (Bexda û Hewlêr) ji bo ku pirsgirêkên siyasî û îdarî çareser bikin bangî diyalogê kir û got ku divê vê jî destûra bingehîn esas bigirin û wisa bikin.
Mesûm got, "Ji bo ku qeyrana ku di navbera hikûmeta navendî û HKIyê de ji ber israra referandûma yekalî ya HKIyê derket bê kêmkirin an jî bê çareserkirin me gelekî hewl da" û diyar kir ku girêdayî yekîtî û desthilatdariya Iraqê û destûra bingehîn in.
Mesûm axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em girîng dibînin ku rêveberiya demokratîk û federal bê hêzdarkirin û ji bo ku hilbijartinên dahatûyê de zelaltir bên çêkirin qanûnên hewcedar bên derxistin û berjewendiyên iraqiyan ji ser her tiştê re bên girtin. Em banga Ayetullah Elî Sîstanî jî ya wekî bila girêdayî destûra bingehîn bimînin û ji bo ku îxtilaf bên çareserkirin serî li qanûnan bidin teqdîr dikin."