02 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2016
BOLU
Li Mengena navçeya Boluyê tirekê li beriyerên li tanga devê serdabê xist û agir pêket, di qezayê da 5 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan Cevat Ceylanê ku ji bo eyda Remezanê tevlî malbata xwe ji Gebzeyê bi tira plakeya 78 YD 920î ya tijî tîner va diçû Karabukê li tanga devê Serdaba Dorukhanê da li bariyeran qelibî û agir pê ket.
Şofêrên li wan derana xeber dan tîma agirkujiyê ya Şaredariya Mengenê û ekîbên ku hatin cihê bûyerê ji bo temirandina êgir 2 saetan hewl dan û agir temirandin.
Di qezayê da şofêrê tirê Ceylan û 4 kesên di tirê da ku hê jî navê wan nehatiye eşkerekirin mirin û 2 kesên di wesayîta barkirî ya pişt tirê da bûn jî birîndar bûn.
Kesên birîndar birin nexweşxaneyên bajêr û ji bo tespîtkirina nav û nasnameyên mirî û birîndaran jî xebat didome.