TEKÎRDAG
Li gorî agahiyan, li ser rêya Malkara-Hayraboluyê nêzîkî gundê Kîremîtlîkê tirimbêla Huseyîn Çetîner ya bi plaqeya 59 HA 919 û tirimbêla Akîf În ya bi plaqeya 59 EL 022 li hev qelibîn.
Di qezaya trafîkê de, ligel her du ajokeran Akîf În û Huseyîn Çetîner û ew kesên di tirimbelan de Ayşe În (64), Muammer Çetîner (48) û Sevda Unîvar (16) birîndar bûn.
Ew kesên giran birîndar Akîf În, Ayşe În, Huseyîn Çetîner û Muammer Çetîner rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê.
Ji bo qezaya trafîkê, rê nezîkê seatekê hate girtin, piştî paqijiyê û rakirina tirîmbelan rê hate vekirin.