İbrahim Atmaca
06 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2018
MUŞ
Li Bulanika navçeya Mûşê nêzî 5 hezar xwendekarî li Navenda Perwerde û Piştgiriyê ya Malbatê cara ewil li sînemayê fîlm temaşe kir.
Navenda Perwerde û Piştgiriyê ya Malbatê ya Qaymeqamtiya Bulanikê li navend û gundan xwendekarên ku qet sînema nedîtine, bi wan li sînemayê fîlman dide temaşekirin.
Kordînatora Navenda Perwerde û Piştgiriyê ya Malbatê Zuleyha Yilmazê daxuyanî da û got xwendekarên gundan yên ku derfeta wan a çûyîna sînemayê tuneye û berî niha li sînemayê fîlm temaşe nekirine, ew derfeta li sînemayê fîlm temaşekirinê didin wan.
Yilmazê diyar kir ku nêzî 5 hezar xwendekarî fîlm temaşe kir û wiha dewam kir:
"Qaymeqam û Cîgirê Şaredar Haci Arslan Uzan ji bo xwendekarên me yên navend û gundan ên ku qet neçûne sînemayê wesayîtan eyar dike û nava hefteyê her roj em xwendekarên xwe tînin vir. Li vê derê fîlman temaşe dikin. Em cardin wan li wesayîtê heman şaredariyê dikin û dişînin gundên wan."