Haydar Şahin
29 Nîsan 2017•Rojanekirin: 30 Nîsan 2017
BURSA
Li Bursayê di otoparka serwêsa temîratê da şewat derket, di şewatê da 6 otobêsên rêwiyan şewitîn, di otobêsekê da jî zirar çêbû.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, li Osmangaziya navçeya navend a Bursayê di otoparka serwêsa saziyeke otobêsan da şewat derket.
Ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn agir bi otobêsekê ket û di demeke kin da agir avête otobêsên li der û dorê.
Xebatkarên otoparkê haya ekîba agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê pê xistin. Li ser vê 10 ekîb û gelek polês sewqî dewsa bûyerê kirin.
Polêsan li ser Kolana Stenbolê ya li rexê otoparkê tevdîrên ewlehiyê girtin û trafîk kontrol kirin.
Ekîbên agirkujiyê piştî xebata ku qasî 2 saetan ber xwe da şewat temirandin.
Li ser sedema şewata ku bû sedema şewitandina 6 otobêsan lêkolînan dikin.