29 Nîsan 2017•Rojanekirin: 29 Nîsan 2017
ANKARA
Hat ragihandin Artêşa Tirkiyeyê di 25ê Nîsanê da li Şengala li bakurê Iraqê bi operasyonên esmanî li kampên PYD/YPG/PKKyê ji 40î zêdetir û li Qereçoxa li bakurê Sûriyeyê jî 4 jê payebilind 49 terorîst berteref kirine.
Sererkaniyê der barê operasyonên 25ê Nîsanê li Şengala li bakurê Iraqê û li Qereçoxa li bakurê Sûriyeyê hatin kirin da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin Artêşa Tirkiyeyê di 25ê Nîsanê da li Şengala li bakurê Iraqê bi operasyonên esmanî li kampên PYD/YPG/PKKyê ji 40î zêdetir û li Qereçoxa li bakurê Sûriyeyê jî 4 jê payebilind 49 terorîst berteref kirine.
Hat diyarkirin di nav da rayedarên payebilind ji 90î zêdetir endamên rêxistinê birîndar bûn. Tê destnîşankirin kesên birîndar bona bên dermankirin şandine nexweşxaneyên li bakurê Iraqê.