12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
BÎNGOL
Li Yayladereya navçeya Bîngolê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 3 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku hêzên ewlekariyê di operasyona li Alinyaziya herêma Aysakliya gundê navçeyê da 3 endamên PKKya rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo derdestkirina 2 terorîstên ku revîn jî operasyon dewam dike, hêzên ewlekariyê ew ê bi piştgiriya gelê herêmê ji bo pêkanîna hizûr û ewlehiya herêmê têkoşîna dijî terorê biryardarî bidomînin.