12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
ANKARA
"(Meşa Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu) Ji Enqereyê bi rê ketin çûn Stenbolê, belê. Di ewlekariya kê da? Di ya hikûmet û hêzên me yên ewlekariyê da. Ma mitînga xwe jî kirin, belê mitînga xwe jî kirin. Ma tiştek qewimî, nexêr. Hûn nikarin rabin û hê jî bêjin 'li welat ewlekarî tuneye'. Meriv hinekî şerm dike.
"Di çapemeniyê da azadiyeke bêsînor nabe. Heke medya rabe her cure azadiyê îstismar bike û pê welêt tevlihev bike, tehrîk bike, ji bo wan jî daraz heye. Daraz ji bo wan jî dixebite. Li tu derê dinyayê azadiyeke bêsînor tuneye. Rojava heman tiştî ji bo mensûbên azadî an jî medyayê jî dike û hê ji wê zêdetir em werin ser STKyên me yên wir bê ka çi tînin serê wan. Em vê jî dizanin. Ji wê jî zêdetir bêjim, li wê derê mafê axaftinê nadin ku wezîrên me li wan deran biaxivin, Rojava evqas astengiyan derdixe."
"Me li Almanyayê di civîna Hamburg G20ê de xwest ku bi hemşeriyên xwe re civînekê pêk binîn. Heta me got 'Hamburg ne şert e, em dikarin erdekî din jî bikin.' Destûr nedan. Ka azadî? Hûn çima destûrê nadin? Hûn werin, lê vê derê kî derê hûn bixwazin em ê destûrê bidin we. Hollandayê jî wisa kir, Belçîkayê jî... Hemûyan. Çima? Çimkî ji azadiya fikrê ditirsin. Ew ji fikra xwe bawer nakin, ji ber vê ji azadiya fikrê ditirsin. Em bi xwe rehet in, ji fikra xwe bawer dikin, em natirsin."
"Serokekî mixalefetê yê ku li mala Şaredarê Bakirkoyê ew şeva teqîb dikir heye. Nika diaxive û dibêje 'derbeya bikontrol'. Tê ji balafirgehê birevî, ji mala Şaredarê Bakirkoyê 'derbeya bikontrol' teqîb bikî, ji hêla din va rabî bibêjî 'Çaxê derbe bibe herî pêşiyê ezê derkevim pêşiya tankan'. Li wê derê 2 tank hebûn, tu birê kirin. Ev çito derketina pêşiya tankan e. Li berevajiyê vê tu ji wê derê reviyî û çûyî û tankan jî çaxa dîtin dostên wan tê ji te ra rê vekirin. Lêbelê welatiyên min ên jêhatî nerevîn, derketin pêşiya tankan."
"Ew ê hemû hikûmet, pêkhateya polêsan rabe û te biparêze, tu yê jî 25 rojan di rêyan bimeşî û paşê li qarewanan bêhna xwe bidî... Binêre tu nikarî ji bo vê bibêjî 'Me Meşa Edaletê kir'... Navê vê ne meşa edaletê ye, navê vê dibe 'qaşo meşa edaletê.' Herwiha tu di nav partiyê de yî, tehemula te ji yên li hember bûne namzed re tune, baweriya te ya bi demokrasiyê ewqas e."
"Piştî hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê rewşa derasayî îlan kir. Divê hûn baş bizanibin ev rewşa derasayî tenê ji bo têkoşîna terorê ye. Me ne ji welatiyên xwe ne jî veberdêrên navneteweyî ji kesî bihîst ku ew ji ber rewşa derasayî mexdûr bûye. Heke pirsgirêkeke wiha hebe ji kerema xwe serî li hevalên me, heta rasterast serî li şexsê min bidin. Ez ê bişopînim."
"Gunehê me bi tu awayî bi wan kesan nayê ku rewşa awarte ji xwe ra dikin hincet û dixwazin taqoz daynin pêşiya Tirkiyeyê, rêbiriyê li Tirkiyeyê bikin da ku welat pêşda neçe, mezin nebe û geş nebe. Dema ku di têkoşîna me ya dijî terorê da hewcedarî pê nema, helbet emê dawiyê lê bînin. Dozên FETOyê hêdî hêdî tên ser rûçikê xwe. Di têkoşîna dijî PKKyê da jî me mesafeyeke mezin li dû xwe hişt. Ji ber hindê herçiqas em rewşa awarte di nava sînorekî teng da disepînin jî, lê pêkan e ku rewşa awarte sibe dusibe rabe."