İbrahim Atmaca
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
ÇANAKKALE
Şaredariya Çanakkaleyê li ser 600 mêtrekareyî "gundê pişîkan" ava dike.
Li gor daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn, li ser 600 mêtrekare qada ku di navbera taxa Esenlerê kolana Ahmet Pîrîştîna û kolana Barişê da ye xebatên çêkirina Projeya Gundê Pişîkan dewam dike û ji bo ku pişîk bi rehetî tê da bijîn kulûbeyên mîna bungalova tên çêkirin.
Piştî ku xebat kuta bibin bi qasî 200 pişîkan wê tê da bi cî bibin û werin xweyîkirin.
Bi taybetî jî pişîkên ku nexweş in wê werin tedawîkirin û dermanê stewrkirinê bidinê û li gundê pişîkan werin xweyîkirin. Personel wê her roj teseliya pişîkan bikin, nan û ava wan bidinê. Kesên ku bixwazin pişîkan ji xwe ra bibin û xweyî bikin, wê nav rojê biçin gundê pişîkan û pişîka ku diecibînin wê ji xwe ra hildin û bibin.
Piştî ku xebat kuta bûn, gundê pişîkan wê vebe.