Haydar Şahin
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê di binê sifirê da bi 6 pileyî va hewaya herî sar li Erdexanê hat pîvand.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, dibe ku ber destê sibê û bi şev erd bicemide û bûz bigre.
Bi şev germahiyahewayê li Erzincanê 2, li Îdirê 1, li Erziromê sifir, li Agiriyê di binê sifirê da 1, li Qersê di binê sifirê da 4, li Erdexanê di binê sifirê da 6 pile be.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Erzincanê 9, li Îdirê 8, li Agiriyê 6, li Erziromê 4, li Qersê 3, li Erdexanê 2 pile be.
Ji bo ku ji ber bûz, cemed û mijê di tengasiyê da nemînin dibê welatî baldar bin û bê tevdîr nemînin.