28 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
MUŞ
Hat diyarkirin ku li Kopa (Bulanik) navçeya Mûşê ji ber barana di meha nîsanê da li gor sala berê genim zêde ye.
Îsmaîl Balliyê ku li qadeke 4 hezar dekar genim ajotiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji dekarek 750-800 kîlogram genim hatiye û got ku îsal genim baş e.
Balli diyar kir ku berê 150-200 kîlogram dihat, lê îsal ev derket 750-800 kîlogramî.
Balli destnîşan kir ku ji ber kar û barên teknîkî îsal biber e û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê herêma herî biber Herêma Egeyê ye. Li wir serê dekarê hezar û 200 kîlogram tê, li cem me 800 kîlogram tê û ev jî li gor herêmê baş e."
Balli diyar kir ji ber ku fabrîqeya ar tuneye genimê ku tê dişînin bajarên wek Wan, Diyarbekir û Erziromê û got ku ev jî mesrefê neqliyeyê zêde dike.