31 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê li devera Zapê ya ku dikeve bakurê Iraqê, li dijî terorîstan operasyona esmanî li dar xist û di encamê de 3 endamên rêxistina terorî hatin kuştin, 2 tesîsên lojîstîk û 2 depo hatin îmhakirin.
Li gorî agahiyên ji Sererkaniyê, ber destê êvarê li devera Zapê ya ku dikeve bakurê Iraqê, li dijî terorîstên ku hat tesbîtkirin amadekariya êrişa baregeh û qeraqola li ser sînor dikin, operasyona esmanî hat lidarxistin.
Di operasyonê de 3 terorîst hatin kuştin, 2 tesîsên lojîstîk û 2 depoyên rêxistina terorî hatin îmhakirin
Jetên ku erkên xwe bi serkeftî temam kirin, vegeriyan baregehên xwe.