08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 09 Nîsan 2018
ANKARA
Di operasyonên ku hêzên ewlehiyê di çarçoveya têkoşîna rêxistina terorê da dikin da li Diyarbekirê 4 terorîst hatin berterefkirin, li Şirnexê 8 şikeftên ku endamên rêxistina terorê dixebitandin, hatin tesbîtkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn, di operasyona Liceyê da 4 terorîst hatin berterefkirin. Di lêgerînan da teqemeniyên destçêkirî yên ku hatin tesbîtkirin, hatin îmhakirin.
Di operasyona li Şirnexê da jî 8 şikeftên ku terorîstan dixebitandin, hatin tesbîtkirin û di şikeftan da 2 mayîn û 9 teqemeniyên destçêkirî hatin îmhakirin, gelek alavên jiyanê hatin bidestxistin.