Önder Beyter
08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
DIYARBAKIR
Siryaniyên Diyarbekirê ayîn li dar xistin û Cejna Paskalyayê pîroz kirin.
Siryaniyên ku ji ber Cejna Paskalyayê hatin Dêra Dayîka Meryem, çira vêxistin û dia kirin.
Di ayîna ku di rêveberiya Keşe Yusuf Akbulut da bi rê va çû da koroya keçan îlahiyên siryanîkî xwendin. Herwiha di ayîna ku qedera 3 saetan ajot û hin beşên Încîlê hatin xwendin da Keşe Akbulut bi tirkî jî weaz da.
Keşeyê Dêra Dayîka Meryem Keşe Yusuf Akbulut piştî ayînê daxuyanî da û diyar kir ku dema mirov dibêje cejn, aştî û biratî tê bîra mirovan û wiha dewam kir:
"Tiştekî xirab nayê hişê me. Ev cejn bira li hemû dinyayê bibe wesîleya aştî û biratiyê. Bira hemû însan di nava aştî û biratiyê da bijîn. Însan divê ji hevdu hez bikin. Hemû însan çi Xirîstiyan çi Misilman çi bawermend çi ne bawermend divê ji hev hez bikin. Tiştekî ji hezkirin û biratiyê xweştir tuneye."
Paşê hêk û kade îkramî kesên ku beşdarî ayînê bûn, kirin.