04 Mijdar 2016•Rojanekirin: 04 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Li texma avahiya Midûriyeta Ewlehiya Diyarbekirê ya li Baglarê teqîn çêbû û li gor agahiyên ewil di teqînê da 6 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan li texma avahiya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Çewîkê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya li Baglarê di saet 08.00an da teqîn çêbû.
Hat diyarkirin ku di teqînê da li gor agahiyên ewil 6 kes birîndar bûn û li hin avahiyên derdorê xisar çêbû.
Hat diyarkirin ku kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê û gelek tîmên agirkujiyê û AFADê şandin ciyê bûyerê.