11 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2016
DIYARBAKIR
Li Yenîşehira Diyarbekirê terorîstên PKKyî bi çekên lûledirêj êrîş birin ser polêsên ku dewriye dikirin û di encamê da 2 polês birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li Seyrantepeya Yenîşehirê endamên PKKya rêxistina terorê bi çekên lûledirêj êrîş birin ser polêsên ku dewriye dikirin.
Di êrîşê da 2 polês birîndar bûn.
Polêsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Diyarbekirê.
Ji bo girtina terorîstên reviyayî operasyon dan destpêkirin.