21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Li Erxeniya navçeya Diyarbekirê li ser îxbarekê di minîbusekê da nêzîka tonek teqemenî hat dîtin.
Li gorî agahiyan li ser îxbarekê hêzên ewlekariyê li kuçeya Aydin ya taxa Kamiliyê berê xwe dane minîbusekê parkkirî û tê da nêzîka tonek teqemenî tesbît kirin.
Hêzên ewlekariyê malên derdorê vala kirin û gazî tîmên pisporê îmhakirina bombeyan kirin.
Tîm xebata xwe didomînin û bi mebesta tedbîrê 2 wesayitê îtfaiyê li cihê bûyerê amade ne.
Ji aliyekî din va hat ragihandin ku ew minîbusa bombebarkirî roja 21ê adarê ji navçeya Licê hatiye dizîn.
Ji bo girtina gumanbaran xebat hatin destpêkirin.